Kerîm Kurmanc
Sêxiştî
Sêxiştî
Mêrat
Ez û te mêratê warek
Ji dêbûne li buharek
Pişta min û te zinarek
Mêrat
Tu bilbila li vî baxa
Holma germe vî ocaxa
Te mêrat bir ji vî daxa
Welat
Ey xwîn û xwena min welat
Hewsa min a ro lê hilat
Bejna xwe min kiriye xelat
Hews: zîndan
Ro: roj
Rûvî
Rûvî rûniştin li ser tac û text
Ji mêran dizîn nan û av û bext
Li wan girêdan jiyana mişext
Aşiq
Li ser riya man û neman
Aşiq bûye nayîne ziman
Dihejmêre sal û deman
Mizgîn
Me dil spartiye waran
Ne bayek hat ne jî baran
Ne mizgîniyek ji serdaran
Serdar: mezinên ku cane xwe gorî dikin
Derman
Min dil daye vê şevînê
Doktor hatiye ser birînê
Dibê derman nayê dînê
Dîn: dîtin
Hakim
Bi xwe qazî û sultan e
Hem zîndan û hem derman e
Çi dikşînim; xwedê zane
Bende
Ez delav û tu jî kanî
Ez bende me tu soltanî
Bi mizgîn kem kîjan canî?
Karwan
Karwan çû tu hîn mayî
Cîhan raza, tu hîn payî
Tu corika bê kutahî