Mueyed Teyîb
Gemî û Kevir
Ji bo Hesenê Metê
1
Gemî
Berî mirov peyda bibin
Pişta xwe rast bikin û
Li ser vê axê
Bikevine rê
Esman zelaltir û
Stêr geştir bûn
Daristan û derya
Şîntir bûn
Çol û çiya
Rengîntir bûn
Berî mirov peyda bibin
Pişta xwe rast bikin û
Li ser vê axê
Bikevine rê
Hemî bûnewerên dêm
Azadtir û
Yên avî tenatir bûn
Berî mirov peyda bibin
Mirov bi xwe jî
Gelek şad û bextewertir bûn
Ey Xudayê mezin!
Te tofan rakir,
Gemî ji bo çi bû?
Te Noh rizgar kir,
Nifşê wî ji bo çi bû?
2
Kevir
Barê wî kevr û
Rêka wî pesar e
Çîroka wî
Efsaneyeka zivêr û pirr azar e
Bes Xudê dizane
Ew çendê
Ji xwe û kevrê xwe bêzar e
Lê esman
Ne ji azarên wî têr dibe
Ne ji bêzariya wî zivêr dibe
Her careka
Kevrê wî girêl dibe û
Efsaneya wî bi dawî tê
Ziyos
Wek zarokekî şad
Gazî dike:
Dubar e!