Kerîm Kurmanc
Ez û te
Pêşkêş bona şilêr helbestvana îranî ku me ji tirsan helbestvaniya xwe ji hinekan veşar
Ez û te
Ji zikê dîrokekî nezewicî ketine
Ta ku
Bibin şahidê paqijiya Îsa li qiyametê
Şahidê sînorên peyv têda veşartî li ser topa erdê
Dilên me
Hatiye vegerandin dinav
Peyvnamên rojhilata navîn
Peyvekî wate nekemilî
Wate aloz
Her zimanek wateyek daniye bo dilên me
Loma em welatiyê tu navçeyek ji rojhilata navîn nînin
Hîn jî
Rêwiyên demsalên nediyarin
Ber bi perestgehên nenas
Li muqedesatên bo me hatiye nivîsîn
Ramûsan heram
Nêhrîn guneh
Hevaltî siza
Kenîn pîlan
Evîna bi hevdu jî kevrbarankirine
Na
Na canê
Her çend
Me bi hevra vehandin
Peyvên aşiqane yên marebûyî li sînorên du dilan
Lê
Wisa diyare
Tu welat
Nasnamê nade van helbestên herrikî ji birûska du dilan
Pes were
Were
Em bi hevra
Dest bavêjin pîsîra wesiyetên
Leyla û Mecnûn
Şîrîn û Ferhad
…
…
…
Bila ji ber baranekî avis
Gunehên me
Paqij bibin
Belkî
Tu mela
Tu Qeşe
Tu memûr
Tu zêrevan
Tu temaşevan
Û
Tu Dîroknivîs
Îmzaya xwe
Li bin hukmekî ji berê nivîsî neêxe
Û
Bila
Tu heval
Tu dijmin
Tu rêwî
Tu bira
Tu xwşk
Û
…
Û
…
Me bi hevra nebîne ku
Hejî hevdu kirin li ser vê topa erdê gunehe cane