Mueyed Teyîb
Ew Canê Min e Ne Paîz
Eve ji wê şeva
Serê te
Li ser balgehê min nemay
Rojê man girtî û
Li pişta çiyayê Qaf
Di gewriya ejdehayê şevê ra may
Ger şevekê ji nişka ve
Roj derket
Ew ne roj e derketî
Ew canê min e agir pêketî
***
Eve ji wê şeva
Serê te
Li ser balgehê min nemay
Canê min
Bûye belgekê zer û pêtî
Xwe havêtiye
Bextê hirr û bay
Ger rojekê
Di ber pencera te ra derbaz bû
Ne bêje çi zû belgên dara
Zer û sîs bûn
Çi zû bû paîz
Ew canê min e
Ne paîz
30/ 3/ 2016