Eskerê Boyîk
*** [Di bin barê xerîbyê da tewyame]
Di bin barê xerîbyê da tewyame,
Duryanê rêya da
Pir li weletê xwe geryame,
Vegeryame...
Dewsa pîyê min
Li ser tetê kevirê çyayên serî ewr,
Beristanên xalîye, bêrruhe gewr,
Qûmstanên germe tî,
Cûnglîyên bê rêye sî,
Li nav derya û okyanên merdane,
Û heta li ser berfa Sibîrê jî mane...
Sînor nemane, war nemane,
Li wur rastyê û weletê xwe negeryame,
Iro ji vegeryame
Li nava çar dîwara da, çar hidûda da,
Çar deryada mame…
Ne ji Bakûrim, ne ji Başûrim
Ne ji Rojhilatim, ne- Rojava-
Ez sêwyê Fermaname…
Fermanên birakujyê,
Fermanên komkujyê.
Şûrê xezeb e neheqyê
Alên xapînok e neyaran…
Heta îro jî ji wan xûna kal-bavê min
Diniqite…
Ew alên
Ez bêcî û bê wer,
Bêwelet kirim
Hê dardane…
Û hê jî neyartî heye,
Serya da qelpî û kîne,
Dijî vegera min sekinîne....
Li nav çar dîwarada,
Çar deryada,
Rêya vegerê digerim
Teze tê derdixim ku welatê ez lê digeryam
Xiyala xûnê bû, hisreta kal-bava,
Çîroka şeva ...
Ez xerîbim,
Dinyayê da
Bêwelet, bêwar û bêcîme,
Ez Êzdîme...
1996