Eskerê Boyîk
Sala 2014 a
Here-here, em pir giryan,
Vî giryê me bibe xwera,
Şengal bȗye gora miryan,
Kujarê wan bibe xwera.
Weş ketin nav malbetê me
Wan kafira bibe xwera,
Herimandin ziyaretê me
Wê gemarê bibe xwera.
Jin ȗ zilam hêsîr birin,
Alên rȗreş bibe xwera,
Zarokê me serjê kirin
Wan qetlê weş bibe xwera.
Bi Ellah ȗ Ekbera xwe,
Kavil kirin jiyana me,
Dinê ji wî Ellahê zulm
Xilazke ȗ bibe xwera.
Van serokê dinya neheş,
Van şerbaz ȗ van fêllbaza,
Tevî çek ȗ sîlihê wan
Kokbirke ȗ bibe xwera.
Here- here evd pir êşyan
Vê êşa me bibe xwera,
Van zalima tev zulma wan
Paqijke ȗ bube xwera.