Eskerê Boyîk
Riya min
Riya min dijwar bû, xil bû û xar bû,
Û pir dirêj bû, bi derd û êş bû,
Şer bû û qan bû û ne eyan bû,
Mirin bû û xwe înkarkirin bû,
Fermana weş bû,
Nebûna reş bû,
Û ez derbaz bûm…
Tezî û birçî, bêwar û bêcî,
Bê deng û bê be’s, bê pişt û bê kes-
Û xwe va gîro,
Welêt va gîro
Hetanî îro...
Dimeşim ser riya,
Dimeşim ser piya-
Giran e jiyan,
Şipûke dewran,
Teng bûye cihan.
Qeder neyar e,
Bêbext, bêçar e…
Ma çarek tune?
Ma, heqî, rastî,
Maf û rem kune?
Ma pey ewqasî
Ber me jiyan e,
Yanê mirin e..?
2007