Kerîm Kurmanc
Nîşangeh
jezik: kurdščina
Prevodi:
nemščina (Buchmesse)
Nîşangeh
Her sal
Carekê li nîşangeha kitêban diwelidim
Qerara aşiqaneya me
Kafetiryaya başûra nîşangehê
Her sal dibêjim sala tê berhemekî helbestan çap dikim cane
Lê
Sal ku dibihure
Kêra sansorê wisa birîndar dike ku
Ciyê saxlem kes nabîne
Wekî kirasê filitî ji devê seyên har
Pişkên civakî yên helbestên min sansor
Pişkên siyasî yên helbestên min şewitî û sansor
Aşiqaneyên min sansor
Dîrok sansor
Ziman sansor
Û
…
…
…
Îsal eger ez meimûrê sansorê li nîşangehê bibînin
Hema pê zimanê xwe yê devkê dibêjim
Nifreta min ji heye
Hema bê sensor
Li Kafetiryaya başûra nîşangehê