Mueyed Teyîb
Ne Mirinê Ez Divêm Ne Min Jiyan
Ez
Du destên bê dil im,
Di nav vê deryaya har da.
Ji bo çi ye
Avjeniya min?
Werin, ey hemî hovên avî!
Werne min!
Di nav vê deryaya swîr û tal da,
Şirîntir ji xwîna min,
Çi heye?
Ez
Du piyên bê ser im,
Di nav vê daristana tarî da.
Ji bo çi ye
Beza min?
Werin, ey hemî hovên bejî!
Werne min!
Di nav vê daristana pîr û kal da,
Terrtir ji goştê min,
Çi heye?
Ez
Ser û dilekê bê dest û pî me.
Hindî min bîre
Li ser vê duryana bê rê me
Wek kevrê Sîzîfî
Bi ser vî çiyay dikevim
Girêl dibim
Girêl dibim,
Bi ser dikevim
Ne bi serkevtina xo şa dibim
Ne ji girêlbûna xo têr dibim
Ez kî me?
Ne ez im
Ne ew im
Ne tu
Bûnewerkê nîverû
Yan du dest û pên bê ser im
Yan serekê bê dest û pê
Min hevsarê xo
Ji serê xo pitir divêt
Min qeyda xo
Ji destên xo pitir divêt
Min xencera di pişta xo ra
Ji birîna xo pitir divêt
Min celladê xo
Ji canê xo pitir divêt
Ez kî me?
Bûnewerekê
Ji xudawendên xêr û şerrî kûvî me
Ne cêraxa min erde
Ne pêraxa min esman
Ne xudawend min nas diken
Ne ehrîmen û şeytan
Ne mirinê ez divêm
Ne min jiyan
Ez kî me?
Bûnewerkê
Ji erd û esmana bê hîvî me
Dema birsî dibim
Min nan nevêt
Ji tirsa fermanê
Dema têhnî dibim
Min baran nevêt
Ji tirsa tofanê
Dema bimrim jî
Min nevêt
Ji gorrê xo yê teng û tarî rabim
Ji tirsa dilovanê dilovîn û
roja heşr û mîzanê
Ez çi me?
Ne ez im
Ne ew im
Ne tu
Efsaneyeka seyr û
Bûnewerekê nîverû
Herdem mirîdê celladê xo me û
Têhinyê xwîna xo
Ne erd min nas dikit
Ne esman
Ne mirinê ez divêm
Ne min jiyan
Enqere
9/7/2016