Tengezar Marînî
Dengê spêdê û serpoșiya bajar
Spêdê,
her dever spî bû. Diçûm
bahoz bû, li te digeriyam
Roj, vedimirt,
dimir,
radibû
mirin…bibare, ez va me
Reng digere,
li xwe,
li te.
Dem, pêsîra bajarê min dadigire
diherifim,
dibim kom,
diçirisim, di daristana çavên te de.
Spêde,
tu, pora te, zer, zer..
li nav henasa min, dûrbûn, bêdengî, melûlî, xak di zembîlê meywefiroșan de,
tariya nûvejî bû. Di nav xewê de, sema, bilûr û cilên spî..bi xemê ducan, ev xewin, ji spêdeyan têr, di nav sawîrên mijê de, rêya dûr… li wan peravan, tenê dengê axînokên min bû, av serxweș dikir… Di nav xal û xumalên gerdenê, dibûm bayekî razayî ji nav sînga te,
min zimanê awaza xwe șil dikir..
Rêwingî me,
dikevim,, Rast an jî derew
kor, ker, lal
Rê ji hev vedikișe.
R, derveyî min û te ye
di nav berbanga mijganên te
heviyek hebû,
guman
azadî
ez,
tu..
Ez tihnî me
bêforim,
bêomîdiya te gur dibe..
ez tuxubê..
rûdanên di nav xeyalên te de serî hildidin.