Fatma Savcî
Ruyê Qisas
Askek bînçikyayî
Ji nêçîrvanekî bexîl
ji wî bazirganê papîrûsê
Ku Ji Çîn û Misrê heya bi Erezê
bi pey çermê wê ketiye direve…
Bi qasî çolekê tî,
Bi wê tenêbûnê xwe li Wahayekê digire,
Tê bi ser hincana nava keçikê de nixwîn dibe
Ne çemekî, deryayekê jê vedixwe,
wek berdêl hêstireke qrîstalî
û ruyê qisês li şûna xwe dihêle…
Keçik bixwe qurafa çiyayekî ye
Sêdara çikandî turikê milê wê ye
Lê axirî ew niha ne bi birîna xwe
Bi diyariya xezalê dikule…