Yildiz Çakar
Peyva dawîn
Qet nepirse bêdengiya min,
…………
Di nava qeleyeke mirinê de me,
Karwan, karwan êş derbas dibe di jiyana min de
Roja ku te ez terk kirim.
Lampeyên qudretê hebo hebo vemirîn,
Diayên pîroz careke din li min neqelibîn.
Qet nepirse biyaniya min,
Di nava qeleyeke mirinê de me,
Karwan karwan êş derbas dibe; di şibakeyên asoyên min de.
Ne haya min ji çirayê heye û ne jî roj li min hiltê
Ji ber ku te ez terk kirim.
Qet nepirse xeydokiya min,
Di nava qeleyeke mirinê de me.
Karwan karwan êş derbas dibe; di evîna min de
Roja ku te ez terk kirim, bûm şikestina te.
Di peyveke negotî de.
Em her du bûne qeda û bela.
Di bajarokekî xerabe de asê bûne çavên te
Ne min dibîne û ne jî xwe.
Qet nepirse lerzokiya min,
Di nava qeleyeke mirinê de me.
Karwan karwan êş derbas dibe, di deryayên min de
Min got, careke din nedize baranên min.
Ku niha min şil dikin. Bi zimanê te…
Û zimanê te peyveke bêdeng bû.
Bêdengî navê katjimêrekê bû.
Ji bilî te hemû qelereşkên bênamûs.
Dibûn şimşîrek li ber deriyên lavayên min.
Ku niha bêdengî jî belawela bû.
Û tirkê katjimêr jî dîn…
Qet nepirse şikestina min,
Di nava qeleyeke mirinê de me.
Karwan karwan êş derbas dibin li ser parçeyê min
Parçeyên ku te wan binpêyî kir.
Niha kom bike ji bo xwe û ji bo min.
Qet nepirse windabûna min
Di nava qeleyeke mirinê de me, hêdî hêdî dimirim.
Û tu nayî serdana min.
Qet nepirse tenê ez qala tenêtiya xwe dikim,
Ji bo mirineke bê wext.
Tê bîra te: Havîn bû, sîyek rastî min hatibû.
Min navê wî pirsî; got Diyarbekir..
Qet nepirse niha payîz e,
Bi karwanan payîz derbas dibin li ser siya te,
Û sî jî min terk kir û çavên te
“Ne min stêrk xwestin ji te û ne jî heyv
Li ser erdnigariya dilê te;
parçeyek ax, sebebek û lêborînek…”