Mueyed Teyîb
Ne Ba Min Siwar Dike Ne Ax Min Peya Dike
nicht lässt die Erde mich absteigen)
Ne Ba Min Siwar Dike
Ne Ax Min Peya Dike
Mirinê tu li kî ve yî?
Jiyanê ez kuştim!
Ez take belgê zer û pêtî me
Vê payîza direng
Bi gulpên vê darê ve maym
Ne ba
Min siwar dike
Ne ax
Min peya dike
Rojên kurt û tarî
Şevên reş û bê dawî
Wek koremarekî
Di gerdena min alyayne û
Ez mirim bo
Fireka bay û
Çengekê hetavê
Di ser çiyayan ra
Di ser deryayan ra
Wek bayê bezê
Xencereka di hewara min tê
Binê wê di destê Metînî da
Serê wê
Li ser dilê min
Gaziyên Nalbendî( ) û Şikoyê Hesen( )
Vê nîv şevê
Di canê min da deng vedidin
- Netirse
Naêşe, naêşe!
- Ho kewê Metînî
Ho pêlistanka Elegezê( )
Ez û êş hevalcêmk in
Em di rojekê da ji dayik bûyne
Me şîrê êk sîng xwariye û
Di êk himbêz da mezin bûyne
Her careka em rastî hev dibîn
Em têr di himbêza hev da digirîn
Êş pîstê min e
Êş xwîna min e
Êş emrê min ê borî û
Paşeroja min e
Ez ne "Pêtos im"( ) û
Ji êşê natirsim
Lê min
Li danga Kêlya Şedayê
Li rasta Gêjebera
Sê çar werîsa dûr
Ji Kora Şimik-Zera
Pîre dayikeka hey
Mergê sê kurên xwe dîtiye
Hawar
Destê min nagire
Bikeme çar.
1988
Katrîna Holm