Mueyed Teyîb
Dihok
Dibêjin:
Tu yê bûye bajarekê mezin!
Dibêjin:
Seyên sultanî har bûyne
Li kolanên te xwînê dirêjin!
Dibêjin:
Hindî şeva sultanî tarî dibe
Agirê te herê geşe û
Xetîrên te ji ber nabezin!
Dibêjin:
Tu yê bûye bajarekê gelek mezin!!
Lê çewa ez
Li ber çavên dayika xwe,
Hindî meh û sala dibirrim..
Mezin dibim..
Hêşta zarokek biçûk im!
Tu jî wesa,
Hindî gir û çiya dibirrî..
Mezin dibî..
Her wextekê..
Xeweka sivik her du çavên te girtin..
Tu were serê xwe dane..
Ser dilê min!
***
Li zivistana.. Min tu diviyay,
Çaxê befrê..
Hemî çiyayên te dihinîn.
Li buhara.. Min tu diviyay,
Em reveka zaroka bûyn..
Me ji rezên te bahîv didizîn.
Li havîna.. Min tu diviyay,
Ezê serxweş.. Li nîv şeva..
Ji geliyê te dihat bayekê hîn.
Li paîza.. Min tu diviyay,
Destekê nû ji zarokên te..
Beref xwandingehê dibezîn.
Lê li xurbet û xerîbiya..
Hemî wexta min tu divêy!
Tu bibiye gurgek û ji daristanekê bêy..
Min tu divêy!
Tu bibiye taviyeka dijwara gijlokê li serê min bêy..
Min tu divêy!
Tu bibiye kanîkeka agirî, li bin herdu piyên min bizêy..
Min tu divêy!
Tu bibiye kabûsek jî di xewna min da bêy..
Her min tu divêy
***
Dibêjin:
Tu yê bûye..
Bajarekê.. Gelek mezin!
Ji pêlên te..
Reşekêt sultanî dibezin.
Dibêjin:
Ejdeha yê bûye Fîrewn..
Yê bi ser hinarekê dikevît,
Berê roja te werdigêrît!
Lê roja te.. Her wek berê..
Ji "Gelyê Bêsrê" dihelêt
Û li girên "Şaxkê" ava dibît!