Yildiz Çakar
Derî-2
Li ber derî asê mabû dil…
Divê careke din di navbera derî û dilê xwe de bimama.
Divê careke din li te vegeriyama.
Ji bo çavên te û ji bo jiyana ku ji me hatine dizîn.
Cara pêşîn min tu di heft saliya xwe de /di xewneke rengîn ya li pişt deriyekî text ya ji bapîrê min diyarî mabû de ditîbû.
Di qelîştokên derî de asê mabû çavên reş.
Wê çaxê tu xort / ez zarok bûm.
Diyarbekir mazûvaniyê dikir,
mixabin te xortbûna xwe binpê dikir
min zaroktiya xwe.
Heta ku qelîştokên derî mezin bûn
û heft saliya min wek xewnek bi dawî bû,
vê carê deriyekî hesin ket navbera me.
Deriyekî bêmifte / deriyekî bêhest
deriyekî ku tu car qeliştokên ku li heft saliya min vebûbû wê venebaya.
Ji te bêpar mabûm,
Bêrîkirinek bênav jî ji min re.
Piştî heft saliya xwe niha bi jinîtiya xwe
li navbera derî û Diyarbekir de dimînim…
Her carên ku çavên min li qelîştokên deriyên xerîb diket tu dihatî bîra min.
Wek niha!
Nizanim kê li kê neheqî dikir.
Ew zaroktiya min bû an xortaniya te ya ku bi destê min neket.
Li ber çi kevim?
Li ber evînên dereng mayî / an qelîştokên heft saliya xwe kevim
Bibêje tu kîjan î?
Ew deriyên ên ku bi hezar caran hatibû êşandin
Û di her êşekî de qelîştokên bêsinor ava kiribû.
Niha çima li min venedigeriya?
Her carên ku çavên min li qelîştokên deriyên xerîb diket tu dihatî bîra min.
Ew deriyên min ên ku bi hezaran car hatibû êşandin û di her êşekê de qelîştokên bêsînor ava kiribû, niha çima li min venedigeriya.
Bibêje! Teq teqa dengê singa min bû ku li deriyê te diket /
An ji xewneke bi dizî bû di qelîştokeke qedexe de.
-Li ser singa te me, li aliyê çepê dikeve mala min!
Deriyo! Ma ev ne dengê jane yê?!
Bi hezaran car hêrsên bizdonek li rastî min
û deriyên min ên biqelîştok ketin.
Her carê ku ji wan direviyam
dibûm ewrekî reş û li xwe dibariyam.
-Li ber derî me, deriyo!
Sîwanek ji wî ji xwe re dixwazim ta ku li xwe nebarim.
Tofanek mitosî bû, lê nedişibiya ya Nûh...
Ewil ‘Min hez kir’
Pişt re ‘Tirsiyam’
Ji meselokan min dizanî dawiya her tofanê bi xêr bû.
Çima ya min û ya te nexêr?
Domiya…
Li ber derî asê mabû dil.
Bêxwedî bû, bêçare bû
her du baskê wê şikestîbû /
Çerx nediguherî,
ne ez dibûm heft salî
û ne jî tu xortekî bist û yeksalî!
Ne parsekên welatê bêwar
û ne jî kevnfiroşên bêpar
destê xwe nediavêtin, kilama lêlê û lolo
dûdirêj dibû di qelîştokên bê derî û bê mal.
Li ber derî asê mabû dil,
Şev dibariya li şevên min,
stêrk, heyv tune dibûn di xetên lihêfên min de.
Lamassûs ji kerba dil û derî serî datanî,
loma; navê wê li her demê digûherî!
Li ber derî asê mabû dil…
Divê careke din di navbera derî û dilê xwe de bimama.
Û divê careke din jiyan bûbûya bijangêk
û bihata girtin li çavên min.
Cara pêşîn min tu di xewnekê de dîtibû,
ew çax tu dibûyî derî ez jî di nav qelîştokên te de
dibûm mîxên bêserî.
Li vî alî, li wî alî çima wek Dicle û Feradê
li dor dilê hilatî
Em diçûn û dihatin,
Hevî tenê di qelîştokeke dirokî de çav dişkand,
bo wê, dem xwe şûn ve dikşand.
Ez hîn zarok im di dema xortaniya te / ne xem e bo min sedsaliya te…