Fatma Savcî
Xewna Xwînşîrîn
Ev çend nifşin keçik,
Li ser kaniya cejnê rawestiyayî,
Di destên wan de şeyên ji hestî,
Ji paşila wan misk û ember difure,
Li bendî şoya azadiya por xelek dimînin.
Temenê xwe yên cêwîkên birînê,
Di qendîlan de,
ji dêvla êgir de pêdixînin…
Spasî ji bîra vê deştê re,
Ji bêariya vî çiyayî re,
Ku nahêle ev war bikeve direka wendabûnê,
qîzikan car din li hewşa heyvê dihewîne.
Bi vî zimanê xwe yê dilmayî
Ku bi ribaba gewr re li şaneşîna jibîrkirinê qêriya yî,
Nav û nasnameyên xwe yên qaçax,
Bi xunava payizîn û hezneke stêrîn dinimînin.
Dîsa jî hewariyên xêliyên bûkan ,
Li ser bejna rojhilat,
di qoziyên vê xakê de fetisî dimînin.
Dilo,
Va dîsa çengekî sor,
Dengê me yê rubarî di xumamê de dişikîne,
Meşa me ya binevşî,
Di nehwirîneke tîr de dihelîne…
Naxwe bila ba li ser navê me û Qumriyê,
Bi çargavî bilezîne,
di nav mijangên rojê re,
Destê xwe dirêjî birkên avê bike
biranînên me yên ru şemamok,
bi xewna me ya xwînşîrîn re şîn bike.
Me gul bi gul
mîna buka li ser hespê,
di canê vî geliyê şaristaniyan re,
bost bi bost bigerîne.