Eskerê Boyîk
Karwan dikșe
Karwan dikşe.-
Ne serî ye, ne jî dewî,
Ne serkêş e, ne jî xweyî,
Kê unda bû, kê warek dît,
Kê bû qurban, kê bû şihid…
Ne dua’ye, ne nimêj e,
Hêsirin tel, xûn dirije,
Ser oxira karvan da qerf
Bayê bêwa lorîneke tel dibêje,
Karwan dikşe.
Ne deve ne, ne delîl in, ne guman e,
Ne zingîna zengilan e,
Mîna berê ne karvanê
Xişir û xemil, zêr- zîvan e,
Ji wêrana Kurdistanê
Bazirganiya me Êzdiyan e.
Eşyakî bêrûmet e
pir arzan e…
Karwan dikşe.
Dewr-zemana dikşe-dikşe
Dewî nayê,
Veger nine,
Welat kîn e, xûn e kîn e.
Bira pişta birê nîne.
Bira-birê, xûn-xûnê nahebîn e,
Neheqiya qan, kîna xwe reş
Ser xelkê da dibarîn e…
Xelk direve…
Karwan dikşe…
Welatê wan, yê wan nîne,
Welet pişt wan va dimîne…
Pişt wan agir, kîn û xûn e
Pêşiyê tarye, wundabûn e,
Wundabûn e,
Poşmanbûn e,
Tunebûn e…
Xemxur nîne, xêrxaz nîne,
Kesek nîne berê karwên vegerînê-
Dewyê li vê revê bîn e,
Dewyê li vê kînê bîn e…
Dilê min da tek axîn e,
Ax axîn e-
Xema kesî ax, axîna min jî nîne…
2008