Yildiz Çakar
Derî-3
Çîva-çîva çîvîkê bû li ber derî;
Derî ji li ber dilê te bû.
Her şev dubare dibû eşên min.
Vê carê ne text bû ne jî hesin.
Her şevên me wiha bûn û demsalên me.
Ne roj li şevê dihat û ne jî demsalên çep û rast.
Roj qedexe bû, şev êşxane
û derî sînorekeî ji ta bû,
her ku dengê çivîkê dihat
Çivîkek şevê bûm,
li dû rojê bûm rojên ku demsala min û te tê de.
Xelekek agir bûm di navbera te û derî de.
Xelek zengarî bû, roj arî; her ku çûm û hatim li ser serê min barî.
Çîva-çîva çivîkê bû li ber derî;
Derî jî li ber dara biyê.
Her şev bahozeke bêdeng siyek dianî, dilê min diperpitî.
‘Şevek gewre bû, li te noq bû dilê min. Gulezarên kozixê henek bi min kirin! Gotin, Ma çivîk û dar?’
‘Newazekî bêhempa bû hembêza te. Perojandina şikestî bûm di sing û berê te de’
Ez çivîkek şevê me. Çawa lê hat nizanim niha li ser darê te me.
Û Dexezariya min nebersivand, Gulezarên kozixê serî tewand.
Çîva-çîva çivîkê bû li ber derî;
Derî jî li ber xeyalan bû, xeyalên ku derketibûn geştê.
Revovanî bû çivîktiya min, li rojvegerekê ez û tu tê de digeriyam
Ji ber ku ez bûbûm çivîk û tu jî baz.
Xetek ji qederê bûm li ber deriyê hêlînekê,
Li tîrojekê digeriyam bê hesin û bê banek,
Her ku bişibiyan du çiyayên welatek,
ku min bizanibiya navê neçîrê bûye bazek
Her ku diçû şevên gewrikî zêde dibûn,
gula berbero rojvantiyê dikir ji bo neçîreke qedexe,
Şûmiyane bû evîn bo min û te,
nikilekî piçûk bû dengê çivîkê li ber perên te!
Navê min çivîk bû yê te baz,
ro-şev asê mabû
di navbera erd û asîmanên deriyên bêmifte de.
Çivîkek şevê me, dixwazim li ser ewran kevim,
Çivîkek şevê me, dixwazim bibim neçîrvanek,
Û Ji bilî kulîlkan bidim dû bazek,
ta ku di nav perên wî de bibim xeyalek.
Ku her deriyên hesin û text bibin ariyê windayek.
Çîva-çîva çivîkê bû li ber derî…