Fatma Savcî
Çemê Xewnê
Gere te ji bîr nekiribaya ku em ê li her derê xerîb bin.
xem nakê.
belki em di xewna şevê de
li beharekê
li qay siwariyê berê werin
ew çîrokên li dur
xeyalên kur bikin paşila me...
Piştî siwariyan
genim bide newqa me,
em milek şoqila çukan bidin hev
beybun li cil û ruyê me vedin...
Ji destên te bîna kevzê tê, tu ji kîjan çemê xewnê tê dîsa?
Em bi dîtina siwariya ser xwe ve herin,
di neynika ku kirine destê me de,
li xeyalên xwe yên zarok binêrin,
ji kêfa bibetilin
û li ber gola mirada
di sînga zarokatiya hev de
di ber nêrgiza re di xew re herin...
bila pirpirîkek me şiyar bike
hevala me bafirkek be,
nofê leglega di ser me re bifirin
ber êvarî em bigihijin bênderan
zarokê gund werin pêşiya me
ji dur ve, qirika xwe biçirînin
û biqêrin:
Bavê we nekuştiye!
li ser pêpelûka derî ye...
Em ji kêfa faf bibin
êvara me bibe kevok
sibeh kûlîlka hinarê
kêliyên me hemî şînok...
ji wê xewnê re sê demsal hene, em mirineke din rakevin?