Zêmarên Rojê -I-

Tenê sê caran lê zivîrîm, tenê sê caran jê re bişîrîm. Tenê sê car min  qapaxên çavan girtin û tenê sê caran sê dilop niqûtîn axê. Rûyê axê sê car xuya kirin, sisê sisê xwînê û rûyê xwe min vexwar di kulma destên te de.

Gote min; xwîn û rû çawa tê vexwarin?

Min got; tenê bêdeng be û temaşe ke û bibîne, xwîn û rû çawa tê vexwarin di kefa destên te de. Ew ê ku  kulma wî ji gerdûnê mezin, qehirî ji min.

Min got; nexeyîde, bêdeng be û temaşe ke, gerdûn reş e, kulma te sor. Xalek biçûk im li Babîla mûr. Nizanim kîjan aliyê sînga te me. Ev çiya, ev deşt, kîjan parçeyên erdnîgariyên te ne, ev şet, ev gir, kîjan bîrîna zayînê ne. Dîcle û Ferat du pêsîr in, li kîjanî xwar bûm, xwîn rêst zimanê min, li kîjanî tî bûm, av şikest li gewriyê. Tenê sê caran lê zivîrîm, tenê sê car min lê kirin hewar, dengê min sisê sisê ket axê, ax sê car vexwar zêmarên min.

Gote min; av çawa dişikê di gewriyê de?

Min got; bêdeng be û tenê temaşe bike, bibîne ku av çawa dişikê di birînê de, bîrîn çawa dişikê di kefa destên te de. Kulma wî ya abadîn, hêrs bû!

Min got; nexeyîde, tenê bêdeng be û temaşe bike, bibîne abadînî tenê xwîn e, kulma te tofan, xalek biçûk im li Laleş, warîsê te yê dawîn im li roj-kêş. 

Ava bike çend malokan, holikan, dengê zarokan, meselokan, mamikan, çîrçîrokan, şevçîrokan, û çîrokên çîrokan.

Ev derî, ev diwar, ev baskê şikestî kijan aliyên te ne nizanim. Bi vî agirî her roj her roj dimirim û vedijim. Kîjan aliyê te melek e, kijan aliyê te şahmaran e? Sê car min sond xwarin, tenê sê car ji heft razên wî yên ji agir min vexwarin, sê caran şewîtî rû. Sê caran bûm arî û sê caran ji yêz-dan xûliqîm. Sê caran nave te li bergoşka guh ket, sê caran bûm dê, sê caran bûm qîz. Marên pîroz sisê sisê bûn kilorîk, xelek xelek bûn morîk. li stûyê dîrokê wek gerdeniyek, li me bû felek. Sê caran lê zivîrîm û min sê car bi lêvên şewîtî ramûsan fîreketa nivîştê. Serê derziyê di hinavê min de ma, hinav parçe, belawela bû giyan, deng şikest, deng deng da sise sise li erd û ezmanên te.

Min got; kîjan deng yê te ye?

Gote min; dengê min tenê agir e, çav lal, dil kor e, tune ye ev dewr î alem.

Min got; malzaroka te deştek bêserî û bêban e, navbera xewneke 'yek heye, yek tune ye'. Ka ji kerema xwe re careke din min bîne dinyayê. Biweşîne çend tov, kêlî û rûyê avê.  Hêrs bû û gote min: ew çawa dibe?  Yê heyî wê biçe. Qanûna qederê li faniyan hîç e.

Min got: dem winda ne, katjimer derew. Di kîjan keştiyê de bi rê ketin? Û ew kî bû sepet hiştin çem? Ew kî bû derya kir du xet, gav bi gav li ku bi rê ketin? Ew kîjan qebîle bû, rûyê te di min de xûliqandin. Ew ê ku ji gerdûnê mezin efû ke bêşikliya min û bêterîfa min ji wan çavên mezin yên gundên babîlê û ew giyanê min ê winda ku li taxên bi kevir yên Nînovayê di bin ronahiya şikestî de li xwe digere.  Tenê sê caran bibare li eniya min û li kêliyên min. Tenê sê caran, sisê sisê silavên minên ku min ji te re şand, li min bibexşîne, li kêliyên min jî.  Li wî çiyê, di dawa spî ya dayikekê de, benika guliyên ku bi kevirên reş hatine nexşandin, serê marek ku li deriyek hatiye nîşandan, sê caran ji serê bijankên min, ji êşa min a ji kevir, ji axê, ji asîman mezintir, bigire, pif ke, belawela bike, ji wê deşta bêdawî û bêbîn û gers...

Min got; tenê bêdeng be û temaşe ke. Bibîne agir abadinî ye, dinya razeke efsûn. Kîjan zarok dizane bi vî zimanî. Ew kîjan çivîk e li ser avê! Û ji ku tîne vê axê! Bibeje kî heq dike vê mirinê.

Gote min; dinya jî wek faniyan tune ye, zarokek zane xem zem e, ne li wir, ne li vir ziman lê naqelibe, dengê çivîkê lê her wê bibare.

Min got; dibêjin zarok lal e, li xeybaneyan li deriyekî bi xal e, daweta nîsanê ne tu war e, guliyên jinan qut, neynikên wan êdî ne yar e. Ewê kulma wî ji gerdûnê mezin, ezdan im, lal im, bi xwînê daqultî dengê hewar im. Heram e daweta biharê, gelo ew kî ye xwediyê şabaşa xwînê?

Ew kî qeherî ji deriyan, kê vekir kilîdê ji taritiya li pişt heft tebeqeyan. Tarî wek kêreke ko, dibire gulîyên darê bi gor. Gor bi gor dirêj dibe leylan, serê zarokan dirêj dibe li kevirên zaliman. Qedereke kur e av, xewneke razayî ye bîr li taliyan. Tenê min deng kirin sê car!

Min got; ev ne bîra Yûsefî ye, mîlada mirinê gerîdokek ne li rê ye. Çûyin heye veger tune ye! Ka bêje deriyekî din yê bêkîlît li ba te heye?

Û

Gote min, teraziya wezne nîn e, derî xewneke bi kilîd e, ne li wir im û ne li vir im.

© Yildiz Cakar
Producción de Audio: Haus für Poesie / 2017