Xeyidime

Ne li te têm û ne jî li xwe
Xeyidime ji awêneyan, ji amedê û ji te.
Êdî giyayê hewşê ne tâl e û ne jî şîn dibe.
Ez zarokek şeş salîme di bin axa adarê de.
Guleyek di bin parsûyê min ê xwar de digevize,
dikim nakim dev ji min bernade.
Xeyidime, tinazê xwe dikim bi kenek sar.
De carek were taxa bêbavan!
Were û bibîne dilê min di çi rewşê de ye.
Ne dayika min û ne jî tu, destê min nagihîje asîman.
Her ku destê xwe davêjim stêrkek,
guleyek dibare di bin banê çavên te de.
Li vir, li ba te di nava gola xwînê de,
 Qeşmerek diawite û ‘Dîdo’ digot!

-mirin çiqas li te tê!

Ne li te têm û ne jî li avahiyên te.
Xeyidîme ji darên te,
 ji fekiyên te û ji kokên te yê ku parçeyê laşê min pê daliqîn e.
 Êdî ne laş li min tê û ne jî dilê dayika min li asîman.
Ez zarokek şeş salî me di bin pêlavek qirêj de.
Awirên bixof li ser min derbas dibe.
Gule her diçe di laşê min de germ dibe!
Ka bibêje kujerê min kî ye?
Helbestvanek qala te dikir û ‘Dîdo’ digot:

-Her du çavên te du fişegên tîjî bû.
Yek li dilê pepûgê ket ya din….
Li çavê min ê rastê

Ka bibêje. Ez kîjanî me?

Tu gundek şewitandî bû,
ez jî xulama dê û bavê.
Li ser erd û ezmana temenê te koşkek xirabe bûm.
Negihaştim niçikên çiyayên te,
Ka bibêje. Sucê min çi bû?
Te digot nêy! Min digot ezê bêm.
Çiqas balkeş bû navê me çep û rast bû.
Ne te got bê, û ne jî min got ê…
Ez hatim. Hatim! Û bê xatirxwestin diçim.
Qet tiştek nebêje. Ew ne ez bûm!
Ê ku di hewşa bav û kalê te de dîlîst ew ne ez bûm!
Goga sor ne a min bû, ew nalîn jî…
Ne li te têm û ne jî li goristanên bêwext.
Xeyidime, tinazê xwe dikim ji zarokên te.
Bese!
 Êdî neke hewar.
Ne li te têm û ne jî li dergûşa xwe.
Dayika min di wê dergûşê de
sê sal pênç meh û heft roj
bi kilamên kezeb şewat ez lorandim.
Ji bo çavînokan
heft morikên şîn li ber serê min raxistin.
Her peyvek û her kenek
dibû glokek zêr
di dawa dayika min de.
Ya niha!
 
Ne li te têm û ne jî
giriyên li ser gepa dayika min rêz bûye.
Xeyidime, tinazê xwe dikim
 ji gloka zêr ku niha zengarî bûye
di dawa dayika min de.
Niha heft morikên şîn
dibin heft çavînok û ez didim ber gule baranan.
Çiqas germ bûn destê dayika min,
çima yên te sar in?

Ew ne ez bûm
ku di nava malzaroka dayika xwe de
 neh meh û neh roj digiriyam,
dikeniyam.
Xeyidime ji axa ber nenûkên dayika xwe
ku dema ez anîm dinê.
Tinazê xwe dikim ji şîrê xav ya pêsîrên wê.

Kî gunehê min dike stûyê xwe.
Li dojehê kî wê were darizandin?
Ka bibêje.
Agirê ku di dilê dayika min de niha gur dibe wê kî vemirîne.
Xeyidimê,
 ji çavên te û ji mirinê.
 Niha şeş salîme û di destê xerîbekî de
 geh li vî alî diçim geh li wî alî.
Çima hemû riyên birca belek li ser min têne girtin.
Ka bibêje, çima  qedera li enya Amedê ewqas reş e?

Bila!
êdî tinazê xwe nakim.
Li ber xeyalên xwe jî nakevim.
Wek şeş sal berê
kulmek axê bîne û bera sînga dayika min bide.
Bila,
şevçira û mercanokên evînê li wir aj bide.
Û zarokatiya min wek şepal mezin bibe.
Bila!
niha dem dema xatirxwestinêye.
Bi sarsarokekî text dibim siwar.
Hawara dayika min
bi zarezar bayê hevsara destê min dikeve û rê jî li ber min.
Nexeme, niha bihareke bi xwîne
û merxasî bîrîndare di taxa bêbavan de.
Heta starek ji xew şiyar bibe…

© Yildiz Cakar
Producción de Audio: Haus für Poesie / 2017