Mêvanê Evînê

Çima  hişyar  nabim?
li     xwe    binere, li     dêmên xwe. Tu dikenî, berbi jêr ve binihêre.
Ez dikevim, dikevim. dest ji min berde! Li ber dergehê koneke reş im.
Di gel te me.

Stiran e, min ditirsîne..girnijîneke tûjjj. Dem rawestiya ye.
bêdeng, kenê te êrîşî min dike. Destê xwe dirêjî min bike..
Baran.. Ber bi min ve têt..
Baran nabare. Dengek gewriya min dihêle. Wisa tarî û serma ye.
biçûk, biçûk.. xwe nabînî. Giyanê min, bi her pêlekê re dîwar e,
tu, lê radiwestî.
Nikarim bikim hawar. Derza te, di bêdengiyê de diyar e.
Wisa sar e.
Çavên xwe miç dikim. Bendewarê dawî be. Hest dikim, bitenê me.
Tiştek nabe dikenim! Hest bi tiştêkî kêm dikim..
Sebet tête dadan.. EZ tê de veşartî
Dem direve..

Hest ên min hest dike..
bo min amade bû
Her dem,
demê bi dest xwe tînim li we par dikin
hêdî zingil lêdide
xemgînî cihê xwe bar dike..!?

© Tengezar Marînî
Producción de Audio: Haus für Poesie / 2017