Huba payîzê

Min îro keçek dît bedew bû.

Bêbavê
Roj bû,
Hîv bû
Kulîlkek bû ji çîya.

Dilê min ji agirê çavên wê
Helya
Çavê min li min bûn bela…

Rûniştim…

Keçik ecêvmayî
Li min vegerya,
Keniya:

- Kalo
Tu çîma wa…? 

Min go: keça min
Xwedê xirav bike
Vê kalbûnê…vî halî,
Tu jî wek evîna min
Pirr delal î…

Evîna min li çiya ma
Min tu dîtî
Xortaniya min
Vegeriya….

2005

© Eskerê Boyîk
Producción de Audio: Haus für Poesie, 2017