Kendalê Birînê

Her berêvar,
sirûda nifşê xewna şîn,
wek karwanekî berê yê riya hevrîşimê,
tevî bîna darçîn û qerenfîlê,
di nava me re,
bi bîranînên çavbelek re dibuhure,
dengê bilurekê bi ser me dikeve...

Nixurya qewmekî ji demê re degel,
helbesteke çiyayî ne em,
ku birînên me dizelilin,
şev li me digerin,
tavsork di destên me de dibirijin,
li mizgîniya perperîkan diqesidin,
pey xeydên zeviyê giri dikevin,
agirdanka çavan ji ken diteyisînin,
û li ber şêmuka Nêrgizan ji qerem dikevin,
bi kuştina zarok û tivîlkan,
pel bi pel ji giyana jînê diweşin,
gulleya çardexwerê 
li bejna me ya narincî naşikîne
wilo ne dûr,
di sînga me de baskên xwe dişikîne...

Ma ne mirin ne lavlavk e,
rihe wê ne ji axê tê,
şewkekî desthilatdara ye
xwe ji şewqa çavên me digire
û em di ti çaxan de,
fêr nebûn xwe bidin ber siyê...

Em xwîniyên yek xeyalê ne dilo,
banga me ya Newrozîn 
li hêtên zaferanî dişikin,
ne gunehê duriyê ye,
em gulecêwîkê welatê bê berbejnin,
li kendalê birînê jî,
bi taya eşqê dilerizin..

© Fatma Savci
Producción de Audio: Haus für Poesie / 2017