Eskerê Boyîk
Kilama mirinê
Reșêla kilam digotin
Qijika helbest,
Kew serjê dikirin
Diherikîn hest...
De’ba xûn veduxar,
Se û șivan dikuștin,
Kerê pêz bê xwedî.
Hîvya gura dihîștin.
Wewîka govend digerand,
Rûvya talan dibirin,
Reșêla guherê da
Dewata qetla dikirin.
Keser ji çiya dihat,
Xezebê dadabûn rê,
Șayîr, bêçar çok dabû
Berê xwe dabû Xwedê...