Eskerê Boyîk
Heft zarok
Heft zarok
Ji cêrga „Hêsirê Șengalê“
Tav diqijilîn e
Havîn e,
Li serê çiyayê bê av,
Gewr
Qeretûyê mirinê
Jiyanê dișewitîne…
Heft zarokê por zêrîn
Ber tavê zarînin,
Tîne,
Zaha dibin,
Avê dixwezin:
-Dayê av
-Tîme av…
Germ e, av nîne
Kanî çikiyan e,
Berê cewa birîn e
Zarok tîne
Av nîne
Sî nîne
Gul û gîha tev hishk bûne
Șewitîne,
Erd disincirî ne,
Kevir ji zihabûnê
Diqelișin
Rê birîn e.
Li serê çiyayê bê av
Zarok ji tîbûnê
Ziha dibin
Dimirin,
Dipișirin,
Diweșin -
Dibin xwelî, ax
Hey wex…
Biharê bê,
Kes nikare rêya biharê bibire,
Heft kulîlkê spî,
Li ser sîngê çiyê
Wê çavê xwe vekin,
Û derheqa vê zulmê da
Kulîlka ra gilîkin…
10.09.2014