Eskerê Boyîk
Dayika xwe ra
Îşev şeva herî dirêje,
Were xewna lawê xwe, dayê,
Çîroka mine hizkirî bêje
Tu ketî bîra min, xewa min nayê.
Min bîra mala me kirîye, dayê
Tendûra meye xweş û germ,
Em li dorê rûdiniştin, dayê
Xem nîbûn zivistan û serm…
Tu mayî ez çûme xerîbyê
Rîyê xerîbyê ax çi dirêjin, dayê
Hêsirê te qet bîra min naçin
Bîranîn tev derd û êşin, dayê…
Destê me ji hevdu qetiyan, dayê
Min go ezê zû vegerim,
Kes xweyê siba xwe nine, dayê
Nizanim ez çi digerim?
Dayka xwe nehêlin, neçin
Çiqas jî we dijwer be jîyan,
Hisreta dayîkê ser dilê mirov
Birina kûre, û êşa giran…
Min ew xeta kir hûn nekin
Nehêlin ne welat, ne dê,
Yên weke min sûcdar in
Hin ber wîjdan, hin ber Xwedê.
Îşev şeva herî dirêj e,
Were xewna lawê xwe, dayê,
Çîroka min e hizkirî bêje
Tu ketî bîra min, xewa min nayê.
20.12.2011