Mueyed Teyîb
Babiko
Ji bo Şehîdê zindî
"Mela Nezîr"
Li ber Berê Reş
Her du destên xwe yên biçûk
Li ber erşê Xudê ragirtin û
Bi sê denga hawar kir!
"ey Xudayê min!
Kîj dil,
Hindî dilê min..
Ji îmana te pirr bûye?!
Kîj bax,
Hindî beheşta te û
Kurdistana min..
Tijî xwîn û agir bûye?!"
Li ber Berê Reş
Ne beheşt li bîrê bû, ne dozex
Ne çil perî..
Ne mey û hingivîn û ne çemên şîrî
Ne agirê,
Agirê me ji çirîskeka wî çêkirî
Li ber Berê Reş
Di rondikên xwe da,
Bû bû bûka baranê û
Dilê wî..
Bi dengê Bîlalê Hebeşî hawar dikir:
"ey Xudayê min
Tu bi hemî navên xwe yên bîroz key
Tu gelê min ê jar û
Kurdistana min a birîndar pîroz key!"
Li serê çiya...
Dema xewn û hîviyên geş
Fena kulîlkên sor û zer
Li buhareka direng diweryan
Xewnên wî kate ji xwe didan
Li serê çiya...
Dema bahoza sitemê
Her tiştekê diçirsî tarî dikir
Her tiştekê li ser piya dihejand û
Bejna dara li axê dida
Pala wî li nûrha Xudê bû û
Pêl pêl şevê ji ber baz dida
Li serê çiya...
Dema jehra kîna reş û
Agirê xedr û sitemê
Hemî jiyan bêdeng dikir
Hemî siroşt bêreng dikir
Tivenga wî.. Birûsî bû
Li çel û çiya deng vedida..
***
Di zîndanê da,
- Zîndana...
Pencên dehba
Di dilê Kurdistanê da kolay-
Ebu Emarê Yasir bû
Di rûyê reşê Ebu Cehlê Qureyşî da,
Hawar dikir:
"Ehedun ehed"
Di zîndana dirêj da
Eyubê Sabir bû
Ji eşqa Xudê û
Çiya yên bilind,
Birînên wî digrinjîn û
Azarên wî,
Bi kîna reşa celadê xwe dikenîn.
Di zîndana dirêj da
Di zîndana "Ebo Xirêb" da
Şemilka xwe sot...
Nivêja xwe sot..
Kirasê di ber xwe jî da sot û
Agirê Newrozê helkir
Di Kurdistana azad da
Di Kurdistana ava û şad da
Berê hemî çava lê bû...
Serê xwe bi serê
Xewn û viyan û
Nivêj û paran û
Birîn û kovan û
Azar û berxwedan û
Tivenga xwe vena û
Stûyê xwe xwar kir...
Ho babiko?
Her ho bûye ho
Piling dema birsî dibin...
Têjkên xwe dixwen
Milet dema têr dibin...
Desta ji qaremanên xwe dişon!!!
2001 Dihok