Mêrên Malan

Hema ji destpêkê
Hilkişyana ser bana malê
Bo min destpêka kêşeyên jiyanê bû
Li her qunaxekî sînordare vê jiyanê
Li zaroktiyê
Dapîra min got: Serê bana mal qedexe ye
Ku tav heyrana çavên zarokek dibe
Her tiştekî cîhanê têkel dike
Û
Heyîv ciyê tavê digre
Roj dibin şev
Şev dibin roj
Û
Rojreşî bo meye
Ku min ji ser bana malê
Berê xwe dida çavên keçika cînarê
Belkî xeyala xwe yên qedexe
Bikim Înşaya medresê
Diya min digot: Serê bana mal qedexe ye
Ku xeyal firrîn
Sîmir te diben welatê Dêv û Periyan
Û
Hemû şêtên welatê me
Hema jivra destpê kirin
Ku min ji ser bana malê kevokên xwe dişandin esmîn
Bavê min digot: Serê bana malê qedexe ye
Ku her kevokek diçe û nazivire
Firokeyek sernixûn dibe û
Guneha vê xeyanetê li hemû kevokbazan parve dibe
Ku diroşmên şevên şorişê min ji ser bana malê dida
Polîsên bajêr
Ez digirtim û bi serhildanê tawanbar dikirim
Ku bona çêkirina sêla Setlayîtê derdiketim ser bana malê
Rastî şikayeta serokên ajansên nûçan û telivîzyonan dihatim
ku
Digotin eva Hekirekî medyayiye
Ku li êvarekî bê rojhejmêr
Li ser bana malê
Bo şehîdên bê coqrafiyaye welatê xwe digiryam
Melayê mizgeftê
Ji xwedê gazinde dikir ku
Dengê vî kurikî
Parazîtê diavêje navbera peywendiyên me û te
Loma
Çend salin
Ez bûme mêrê malan
Û  
Bona mirina xwe
Serhatiya xwe digêrim

© Kerîm Kurmanc
Audio production: Haus für Poesie / 2017