Hub

Hub pirîsk e, hub agir e,
Dikeve dil, dibe alav
Xûnê digre,
Gurr dibe û, dibe per-bask
Û vedibe
Evdê feqîr pê difire…

Kê dibe buhuştê,
Kê dojê…

Herd rê jî şîrinin.

1977

© Eskerê Boyîk
Audio production: Haus für Poesie, 2017