Ger ji destê te bihata

belkî  ji destê te bihata min ê welatek bixwesta,
dema dengê baranê xwe li pûkê xist,
dema tenêtî bû girêkek û di singê de xwe mezin kir,
dema gavên te di valahiyê de çû û hat û te poşman kir, jîn!
û dema te xwest vegerî bo du gotinan, çend henekan, qedehek çay, fîncanek qehwe
bi cilên keskeksorî, di bin ala serxwebûnî de, li wir, li qerexa Dicleyê.
û dema te xwest bibêjî êdî zarok qet nayên kuştin di dawa dayikan de,
û dema te xwest bibêjî êdî hemû deriyên bajar vekirîne, ji her çar parçeyên dil
û dema te xwest bibêjî, tovek çandiye di axê de,
agirê newrozê sal, duwazdeh meh li kelehê gurr û geş e
belê, min ê welatek bixwesta ji te
dema dengê baranê xwe li pûkê xist,
dema êş bû dijminekî veşartî û di singê de xwe mezin kir, mezin kir
dema çavên te di kuçe û kolanên Amedê de li kesekî gerî, gerî, û te poşman kir temen!
û dema te xwest vegerî, vegerek bo ramûsanekê, çend riste ji xanek, çend şêrînî, meş û dilek,
erê, ji peyasê heta derê çiyê, li gavên xwe mikur hatî, meşî, meşî
wek hûrika baranê, wek nermahiya biyê, wek beriya tofanê,
beriya Amedê,
dara berî,
bêriya dûr,   !
kesek, kesek ku, bi tenê
belkî,
bi du gavan ji te dûr û bi sê gavan li te mûr e
ji destê te bihata min ê welatek bixwesta
li biyaniyekî, li hember gulên hesînî, pêlêk êş  û kûlmek xwê
naweşe, nabare, nalenal e, tenê nenalê û nenale ji dengê Cizrawî, şev, xerîbî, û baran e!
dizanim helbest bivirek e koy e, li ser navoka min û ya mirinê!
qûtbûnekê dixwazim, qirînek, û bêjingek
biqasî xwestina welatekî,
naweşe, nabare, nalenal e, tenê nenal û nenale ji dengê kevnare, êş, ez û tu!
belkî  ji destê te bihata min ê welatek bixwesta,
dema dengê baranê xwe li pûkê xist,
dema tenêtî bû girêkek û di singê de xwe mezin kir, xwe mezin kir
dema helbestvanek rûnişt li hember dawûdî,
û yeko yeko pêxist peyvên qeraç
li nîvrojekê, bêdeng, bêdeng, dema dîsa li îhtîmalekê(gumanîyekê) gerî li Amedê,
dema dengê tu evd û xaliqan neket ber guhê te,
dema şingeşinga tasikên ava sûsê
belawela nebû li Mergehmetê,
ger av ji enzelê neherike li ber lingê te,
li wir, li wê kozikê, li pişt darê
dema tu rûniştî û li min nenêrî,
wê biqasî min nefes jî li te bibe minet,
hemû kincên bûkaniyê yên li çarşiya şewitî jî…
belkî ji destê te bihata minê welatek bixwesta,
nizanim ji kengî ve tu li wir î,
vê sibê kerbekê konê xwe danî ser milekî,
milbimil pel diweşe ji dil!
xelekek ji axê, xelkek ji avê, xelekek ji dil,
niha li tilîka min bikul e…
nizanim çawa tilîka min li dil mûkur e.
ka ji devla min lê bigere, min dil li ku winda kiriye.
nizanim te qet guhdariya şevê kiriye, an dengê çivîka berfê!
nizanim te qet bi laşê xwe yê xwînî, pêxwas, jiyana xwe di hembêza xwe de kiriye mêvan
te qet, ferqa dara gûzê û ya hêjîrê di nava hev de hunandiye,
te qet, di bin barana ku xwe li pûkê dixist meşiyayî, bêtirs…
dengê guleyan, tûjbûna kêran
û şahidiya diwaran li ba te çiqas erzane!
de ka bibêje, kesek!
xerîbek!
dema dibêje te ez dimirim, dimirim li ber deriyekî!
hewcedariya min ji welatekî, bê sinor, bê sinor  çendek ax, çend alale
sor, zer, kesk li sipîka çavan,
çima peyvên te bi tinazokî li çiyayan diket! Xem çima dibû aşît li şevan
şev çima bêhmd bi ser min de diket, hesretdar, çima kilaman bita ? dikir, binav dikir
û yeko yeko li ber lingan serî xwar dikir.
ax bêrî, bêrîyên ji berikên dil diherikîn, li rojan, li defteran, li xurbetê…
glok mezin dibû, baran reş dibû, bêrîkirin êş(şaş) dibû
êş li ber te, gotineke erzan, ji rêze dibû.
û ger ji destê te bihata min tenê, min tenê divê tiştek,
ger di kefa destê de li min bibe diyarî
ez ê çavê xwe yê çepê derxim ji bo yekgirtinekê
peyvên bazaran çiqas erzan e li ba te, taxê rihanan, xaşxaşên çêkîrî,
qedehên vala, xwelîdankên ku heta dev tijî, xeyalên şewitî, arî, ax
dizanî ne biqasî axê tu hêlîn ne gerem (?)e
û biqasî axê tu hêlîn ne qesem e!
ger ji destê te bihata min ê welatek bixwesta,
ji bilî navê, paşnav û Tacekê….

© Yildiz Cakar
Kopenhagen
Audio production: Haus für Poesie / 2017