Eskerê Boyîk
Xwezî
Xwezî, xwezî li çiya bûma,
Dûrî ten û nice evda,
Cînarê mij-ewra bûma
Xilaz ji van kul û derda.
Konê min nav zinar-qeya
Geliyê kûr da, devê cewê,
Pașla mêrga kewz e-șîn da
Biketama xewn û xewê.
Avên lez ra min xeberda,
Amintiya xwe bida çil-çiya,
Bêrîvana kaw e, kubar
Bihata û edî neçûya.
Evîn weke ava kanyê,
Bikișiya delal, zelal û xweș,
Çîroka emir tevin daxista
Hewasê ra çîl û qerqaș.
Bîrakira qelpî-qûlpî
Û dexesya evdaye kîn,
Bi berfa çiyê melhemkira
Dilê xweyî tije birîn.
Azad bûma, bêxem bûma,
Bêmal, bêol û bê netew,
Tunebûna dor-berê min
Ev cudatya dîn û netew.
Ax, xwezî ez li çiya bûma
Dûrî delk û fenê evda,
Cînarê mij-ewra bûma
Xilaz ji van êș û derda.
1991