Helbestvanên bê sînor

Em
Nivşên bîreweriyên kevnin
Salvegera mezinên xwe yên berê digrin
Û
Direvin ji tioriyên zanistî yên nû
Li ser nameyên xwe pûlên kevin dizeliqînin
Û
Albomên pûlên me yên kevn li sokên roşenbîriyê pir bohane
Li ser kartpostalên kevnar
Helbestên şairên nû dinivîsin
Ji seredana xwe ya ji şûnewarên dîrokî
Dakyomintan çê dikin
Lê bo mêimariya nû ya kolanên bajarên xwe
Hetta
destekê jî nalivînin
Hejî kilasîkên kevn dikin
Û
Navê helbestvanên nû yên xwe nizanin
Li torên xwe yên civakî
Gotinên feylsûf û zanayên kevn
Wek nasnama aydiolojiya xwe dinivîsin û
Her roj bawerekî feylsûfên me yên îro li dadgeha bajêr
Mehkûm dikin û
Em bi xwe jî dibin şahidê vê mehkûmiyetê
Erê
Em nivşa pîrozkirina bîreweriyên kevnin
Hejî zêdexwaziya hakimên berê yên cîhanê dikin
Û
Li rojnameyên xwe dibin rexnekerên siyaseta serokkomar û serokwezîrên xwe
Posterên reş û sipî ji festîvalên berê
Li ser dîwarên oda kitêbxaneyên mene
Lê festîvalên îro bê temaşevan kuta dibin
Peyrevên dînên kevnin û
Xwedê dizane
çiqas roşenbîrên nûjen roja îro wek kafir têne naskirin
Erê
Em nivşa pîrozkirina bîreweriyên kevnin
Li nav kitêbxaneyên me
Berhemên zav
Ji dîroka qurnên navîn li Ewrûpa
Serhatiya meşûqeyên paşahên Usmanî
Serketinên Kûroş
Sefera Kirîstofkolomb
Rojhejmêra dîroka ``Pirkambiryen``
Dikevin ber çavan
Erê şevên me qerebalixin bi romanxwendinê
Û
Rojên me bi tenêtiyê derbas dibin
Me bo mirinê gelek xezel û helbest vehandine û
Welidîn ji bîra me çûye
Em neviyên qabîlin û
Dilê me bo mezlûmiyeta Habîl girtiye
Li ser erdê xwîna hevdu dirijin û
Li esmanekî din nav-nîşana hevaltiya xeyalî dipirsin
Li kolanên bajêr
Mirovahî pêkol dibe û
Li Dêyîr, Somie, Kelîsa
Û
Mizgeftan
Mîsîtêyîşinê dikin
Erê
Em nivşa pîrozkirina bîreweriyên kevnin
Hevalino
Kanê werin
Em ji îro pêve
Bibin helbestvanên sibe
Rastî
Halê we çawane
Îro ku bihurî
Ji sibe çi deng û bas
Eyî helbestvanên bê sînor

© Kerîm Kurmanc
Audioproduktion: Haus für Poesie / 2017