*** [Payîz e, dereng, şeve dirȇjin]

Payîz e, dereng, şeve dirȇjin,
Wek berȇ ne ode, ne çîrokbȇjin,
Kune pȋremȇr? Ku weke berȇ
Odada  rűnȇn  çîroka bȇjein,
Ne ode mane, ne şevbȇrk in xweş
Ne jî dengbȇj in…

Li vî warȇ sar, ezî tenȇme ,
Xewa min nayȇ, xewn derd ȗ ȇşin,
Kes dor min nîne hema wana ra
Çîroka emrȇ xweyî bȇhȋvî
Bi keser bȇjîm,
…Tenȇ, bȇ civak rűniştime ez
Nav derd-xemȇ xwe
Ker diponijin…

© Eskerê Boyîk
Audioproduktion: Haus für Poesie, 2017