Îraq

Şeva wê gurg e
Roja wê kêr e û serbirrîn
Hindî dîrokê li bîr e
Sê rûbar ên lê herikîn
Dîcle û
            Firat û
                        Xwîn

*         *         *

Dîcle,
Pîr bû
Êdî xwe li ser piyên xwe nagire
Firat,
Wext e ji bo firreka avê bimire
Lê xwîn,
Hêşta lehyeka buharî ye û
Tiştek xwe li ber nagire

*         *         *

Gilgamiş,
Ger evro zindî biba
Yan da li ber derazînka Xembabay kole bît
Yan da li frreka jehirê gerît
Enkîdu jî,
Da nefreta li wê rojê kit,
Ya rabûye ser du piya
Pişta xwe dete gund û bajara û
Berê xwe dete çul û çiya

*         *         *

Ey Xudayê mezin
Te li banê bilind,
Hay ji azarên ebdê xwe heye
Yan destekê dilovaniyê,
Bi serê vî welatî da bîne
Yan emanetê xwe jê bistîne

*         *         *

Xelkê wê mîh e
Şeva wê gurg e
Roja wê kêr û serbirrîn
Hindî dîrokê li bîr e
Sê rûbar ên lê herikîn
Her sê jî sor
                        Her sê jî xwîn

*         *         *

Çirya duyê  2011
Bexda

© Mueyed Teyîb
Audioproduktion: Haus für Poesie, 2017