Fatma Savci

kurdisch

 

Şengesiwar

Jarê gidyanê,
Şengesiwara li ser hespê niyazê 
Riyan di sahra û deryayan de pîr dike,
Nagihîje perwazeya xwe ya şikestî 
Bi destên Zimrûdî yên birînpêçekê derman bike.

Şopa xwînê riya wê bi gundekî çiyê dixe
”Xwedê yek e dergeh hezar in” dibêje 
Kebaniya li ber tifikê 
Û memika xwe ya çepê dixe devê Karikekê.

Keçik xwe di pişta birînê de venaşêre
Bi beza xwe ya rehwanî çemê geliyekî li ber xwe dibe
li asoya xwe suretê eşqiyayekî nîgar dike
û bêrîkirinê di xeyala gihiştinê de aş dike.

Ji dûr ve dibîne ku birîndarê wê
Serî li ser kevirekî
Pişta girêdayî vedike û xwe ji çûyinekê re şiyar dike
Keçik ji kerban wek çavên stêrikeke dur diricife 
Mîna gulleyekê ber bi birîndêr ve dipeke 
û bi zimanê dilobêjekê jê pirs dike:
te ez ji şûtika xwe jî dawerivandim
niha tu yê lêva birîna xwe bi çi şil bikî?

Çavê birîndêr li ruyê wê wek heyvekê diberiqe
Besimîneke ji gul û kulê li ser lêva wî ya jêr bel dibe 
û xwe radestî perên ewran dike.

Keçik bi ber himêza xwe ya vala nakeve, 
Lê heyirî dimîne 
bê çima firîn ewqasî li kuştiyê wê tê.

© Fatma Savci
Audioproduktion: Haus für Poesie / 2017