Fatma Savcî
Mar û mirêk
Xifşeke hurik,
Ji ser neqşa li gergefê şiyar dibe
Hemawiya belek li sere xwe dipêçe
Bi şahrezayî li pişta hewarekê siwar dibe
Û ber bi tivinga qundax sor ve baz dide.
Hew digihê bihejmêre,
Ku ev cara çenda ye “xwedîxêr” ji kerba welatê wê nanivin
Ji bo” îman” ê jê re bînin
Wek kuliyan digirin li ser zeviyan
Wê û welêt bi hev re ji xwînê diçikînin,
Kolanan bi laşên xwişk û birayan dineqişînin
Û ala xezebeke reş li ezmanê wê didaleqînin.
Ma jê û wê de hebû,
Hê jî li wan “helal” û malê “enfal” ê bû?
ne jixwe ew “ Misilmana Şûr” bû.
Ne ku bîr nabe,
sînga xwe bi serê xencereke tuj sar bike
û destên felek û qederê ji xwe bêpar bihêle,
lê yeke sond xwarî ye,
Çi bike tovika qewma xwe ye
Darheblînekek ji jehrê ye
Ku her kêlî li dora stuyê heyatê difitile.
Axirî ew keça binê xetê ye
Mirazên wê bi têl û diriyan ve hilawistî ,
Di her demsalê de tagirtî
Nixurya mirinê be jî
di dilopa baranê û gulberojê de vebûye.
Wê hay jê heye
Ku hinekan ne tenê welatek
Azadiya wê ya ji şîr û şekir jî
Ji rih û canê wê yê delalî terîşk bi terîşk biriye,
Xwedê heye ne bêzirav e
Diya wê ew di kakilê gwîzê de mezin jî kiribe
Di cengê de yeke şûm e,
Vêga mêla wê li ser çiyayekî jî hebe
Sergovenda askên li deştê ye.
Kesekî hay jê nîne
Heya ku gulleya pêşî dixwe
Wek şaxeke biyê dikumişê erdê
Çavên wê li Palmîra ya kavil dikeve
Zenûbya destê wê li ser kezebê
Ber bi wê xifşê ve dibeze
Her du keziyên xwe yên reş î qetranî
Li ser birîna wê ya çokê girê dide.
Bi şûrê ewil yê “mucahîdek” î re
Serê birîndarê ji bejna wê ya delalokî diqete
Zenûbya nuh ruyê Zerîfeya Dêrsimî di surete wê de nas dike,
Li çokên xwe dide
Ji bo nekeve destên “Romê”
Car din qesta canê xwe dike.
Bejna wê ya spîndarî
Li ber laşê xezalê dirêj dibe
Neynika di paşila wê de dişemite
Û li wê deştê perçe dibe.
Ji xwîna her duyan
Tîre marek biçûk dize,
Ew nizane çi bike
Ji xeşîmî
Ruyê her du jinan
Li ser perçeyên neynikê bi cî dike.
Her du jinên stêrîn li aliyekî
Dibe ku ji pîrîtiya min be
Xweş nabihîzim,
Ew mar û mirêk çi ji hev re dibêjin?