Mueyed Teyîb
Li Pişta Bîvelerz û Bay
"ez mîr im.. Lê min ji azarên
xwe pêvetir tiştek nîne"
Shakespeare/ Rîçardê Duyem
Textê min xem in
Taca min kovan
Her rojeka
Şîrheka min diherifît û
Her şeveka
Sengerekê min dihête berdan
Parçeyeka dilê min
Dibîte gorristan
* * *
Ez mîr im
Koçka min xanedan e
Rûgeha dest û devan e
Çar dewrê min
Rêgir û diz in
Dizê mezin
Ew dest e
Yê min pirr kirî
Ew se ye
Yê min dirr kirî
* * *
Ez mîr im
Kelha min ava ye
Bilind, asê wek çiya ye
Lê li pişta bîvelerz û ba ye
Rast û çep
Hêrişa hov û dehban e û
Leşkerê min
Kulî ne dadayne baxê min
Leşkerê min
Zirkêtk in berbûyne canê min
* * *
Ez mîr im
Eve kelha min
Eve koçka min
Eve paytextê min
Eve tac û textê min
Kê divêt?
Pîroz bît!
Lê bikite serê xwe
Li ber perê rojê
Nehavête ber piyên
Şahê Ecem û
Qiralê Romê
Ne jî bikite tizbiyên destê
Xelîfeyê Bexda û Şamê
* * *
Ez mîr im
Xwezî tac û textê min
Dilekê şîn û
Xewneka sava ban
Xwezî koçk û kelha min
Qefteka birnoyên kevin û
Çar sengerên ava ban
Xwezî ez çi cara
Hinde ji xewna xwe nêzîk û
Hinde jî dûr nebam
Xwezî ez çi cara mîr nebam
* * *
Lê ez hêşta mîr im
Hêşta textê min xem in
Taca min kovan
Hêşta dilê min
Sengerekê asê ye
Li şevên reş û
Rojên giran
Ger ez ji serê xwe bikevim
Ez kelha xwe
Na deme bi hespekî(*)
Pê birevim
Xewna min jî
Dê her mînît
Hel
Wek xetîra Xanî
Kel
Wek birnoya Barzanî
25/ 8/ 2013