Tengezar Marînî
Ez Rojeke Şikestî Me
Dem ya xwe dibêje.
Li ber kenarê te
ez û spêdeyekê li hev rast hatin
spêdeyek șîn
li nav darê zeytûnan seyran dikir
ji çiya hez dikir, dilê xwe diperixand,
li pêlava xwe dinerî.
نظرة تصدح الماً
أفق حبلى.
لغة تتغنى ببكاء وردةِ
..أنا الإنكسار
Belge, ba dergeh dada
payîz..li xwe dizîvirî,
babilîsok, roj vala
ji dûr ve..nostajiya cih
gerdûn, lașekî qemirî
deydîka herdemiyê
ich Träume, „
die Jahreszeiten und die gebliebenen Räume.
Wer tröstet meine Nächte?
Xewnan dibînim
demsal û cihên mayî
Wê kî șevên min hedinîne?
Şêveke mîna vê șevê,
diçû, diçû, li sorahiyê roj rast dihat..
rengekî wisa ciwan û nazdar
li wî kenarî, li ser rêka kadiza
tarî hogirê min
li hêlek aso, di nav rondikan de
Êș…EZ dijiyam
Te çi li pey xwe hișt?
„I wore a mug
I have not welcomed any city
I have not praised a man who does not live and will not
I cried my lostness
I am an island of sadness”
Dilekî vekirî,
ewrekî vekirî
êșeke bêdawî me.