Kerîm Kurmanc
Evîna min û ya we
Evîna min her wek ya we ye
Bi birûskekî nişkêvayî
dikeve nav demsalan
Dibuşkuve û gul dide .
Dirust li dem û gavên ku
ez
Qirare
fêrî Erûz û qafiyeyên helbestvaniyê bim
navê min
têxe nav rûpela edebî ya govaran
û
têxe ser zarê pêşkêşkarên fistîvalên çandî
Erê
evîna min jî her wek evîna we ye
Serdem û bi serdem
Bajêr bi bajêr
Kolan bi kolan
Wek du destgîranên temenbiçûk
Em bi hevra
Digerin û diyalog û monologên evîndarî
bona îspata hejîkirinê
dubare dikin
Evîna min jî her wek ya we ye
Bi min ra piyase dike
li parkên evîndaran
Bi min ra tê sînemaya bajêr
bona dîtina fîlmekî postmodêrin
û
Pê diyaloga nivîskarekî çep
Min ji tenahiya rû wekî diflitîne .
paşê
Êvar bi êvar
Li rojhilata zanîngeha hunerên ciwan
Hêviyên xwe em dihejmirin
Bona ku
zanetiya hevdu biceribînin
Wekî ku
''Tomas Ostêrmayêr''
Sikansekî nû ji Hemlitekê afirand.
Hêdî hêdî
Evîna me ne wek hev dibe
Li ''Kutahî Şîva'' zozanekî havînî
Ji porên xwe
Werisekê divehûnin
Seriyê wêris di destê xwedê
Û
Diyar û nediyarên dilê xwe
li nameyek dişînin jor
Wê çaxê ku ewr
bi hurmeta ''Şev hemêza'' me
Dibe xîvet û
Pêşeroj jî bo me çeple lêdide
Erê
Evîna me
Ji viya şûnda
cuda ji hevdu ye
Ji ber ku hîn hûn û evîna xwe
Yan digerin û dilgermin li nav pirtûkxaneyên bajêr
Yan li nav baxistanên hinaran
Yan jî mêvanê kunsêrtekî balkêşin
Û
Yan, ...
Lê evîna min
Yan li Helebçê dişewite bi gaza Xerdelê
Û
Pê '' Xweîn nivîsa xwe''
Bane mirinê dike.
Yan Laçika sor li sêre
Dibe qurbaniyê baca şahekî bê şeref
û
Ji Qûçanê difroşin weliyekî Soviyeta berê
Pê tliyên xinekirî ku pîşiya dilşewitînê bigre
Yan dibe pêşmerge û girîla
Û
Pê rengê sorgulên çiyan
lêvên xwe dixemilîne
Û
Xwe bo hicleya mirinê pêşkêş dike
Yan dibe Mêrxan
Û
Li Kobanê
li guvenda DAIŞiyan xwe diteqîne
yan li meşekî heqxwaziya ewrûpa
destê wê bi kelemçeyekî sor têne girêdan
Yan li zîndana Enqerê
Ji ber işkenceya iliktirîkê dil diteqe û jê dimîne çilkek xwîn
Yan li zîndana .....
....
....
Yan dibe Leyla Qasim
Yan dibe Leyla Zana
Yan dibe penahxwaz
û
li bajarekî we helbesvanan
Ferayên''Şevbihurkên aşiqane'' li Restûranekê dişû
Yan li ber mozexaneyekê
Pêlavên roşenbîran bi rengê sor siboq dike
Yan li Şengalê dibe parêzvana Melekê Tavûs
Yan li kempekî Mexmûrê
Dersa qanûnên zerdeşt dide
Li halê ku ez dimnim û rengê paqije sor
Û
Çend helbestên nîve evîndarî û nîve dîrokî
Bi bêhna xweliya
''baranlêketiya helbestvaniyê''
Îdî qiyas dikim
Evîna xwe û we dinav
helbestên Dilyos û Şêrko
Dizanim evîna me ne wek heve
Evîna we bi belgeye
Û
Ya min wenda û xeyaliye
Wekî dîroka min
Û
Ez nabînim
Wek ku Mecnûnê Leyla Nedît
Wek ku Ferhadê Şîrîn nedît
Wek ku Memê Zîn nedît
Wek ku Siyamendê xec nedît û
Wek ku Remioya we Jolît nedît
Erê ez û we evîndarin
Lê
Evîna me paşê ne wek heve