Yildiz Çakar
Derî-4
Barana dawîn nebarî,
batînokên dil serî danî,
deriyên bo te ava bûbûn girî anîn.
Her carê parçeyek şikestin bû dengê te,
di çavên min de veşartî bû rengê te.
Temenê min wek tayekî tenik bû di destên te de,
ger tu bibejî belê!
Wê biqete wek pirayek ji qiyametê.
Fermanek dubendî bû,
Kulman ava Ganj ji dilê min vexwaribû
Ne deriyê bihuştê hebû ne jî yê êşê
Şeveke ji ya rengê xwe reş veşartîbû û hesret,
li ber şîmşîrek ya derî bêxwedî mabû..
Hatim xapandin bo baranekê,
bêav mam û bêdaristanek
ku niha şermên min li holê man wek bêarek.
Hatim xapandin bo giriyê deriyekî,
her şev bi kurekur dengê wî hat,
batînokên dil pelên xwe weşand. Niha şikestinên te kom dikim bo rojnivîsek:
- Hatim xapandin, dil, derî û ez.
Wek heft girêkan heft derî li ser min hatine girtin..
Erd qelişî, wek dilopek ji avê niqûtîm dilê axê.
Deriyê ewil li vir min pêşvazî kir.
Bi xêrhatineke saro-germ hembêza xwe ji min re vekir.
Her tişt bo wî bû.
Deriyê ku bi xerhatin li min vebûbû
wek neyarekî êşa xencerê di pişta min de asê hiştibû.
Milyaketên şevê kincên laşê min ji min dikirin,
bo deriyekî din ta ku ji tazîbûna xwe biborim.
-Hatim xapandin, dil, derî û ez.
Tazî bûm, ne ku nû hatibûm xuliqandin,
bo şînek dihatim xemilandin.
Gavên ku her diçû parçeyek ji xwe dikuşt
Vê carê li ber deriyekî din bû.
Bixêrhatineke tirş û tal hmebêza xwe vekir.
Her tişt bo wî bû.
Deriyê ku bixêrhatin li min vebûbû
Wek jahrek di zengola min de asê mabû.
Vê carê porên ku bo biharan hatibû dirêjkirin dihate qûsandin.
Ne selawat û ne jî diayeke din min xilas dikir.
Dê û bavê min, zivistan û havînan diafirand.
An qeşayeke temendirêj an tîrojek ji agirê evînê
Dibarandin ji qedeha zarokatiya min de
Dil, derî û ez.
Hatim xapandin bo evînekê.
Di dilê axê de bûm, mişk û mar li min kom bûbûn.
Navê derî li vir tunebû.
Hevî, di nava lêvên te de asê mabû.
Dê kengî tu yê werî?
Niha di bin axê de me, hatim xapandin.
Ne derî û ne dil li vir jî li hev nehatin.
De bibêje wê kî were dewsa min?
Tu li jor î, ez li jêr;
Dinya deriyek kiriye navbera din û mêr.
Bendê me,
bi hêviyeke kuştî bendê me,
derî girtî ne!
Hemû alavên pîroz serî tewandîne.
Di bin axê de me.
Heft derî li ser min girtîn ne.
Wek korek nedîtî me.
Wek lalek negotî me.
Dê kî were dewsa min, erd û esman bêxwedî ne.
Barana dawî nebarî,
hemû nîlûferên jiyanê serî danîn
deriyên bot e ava bûbû mirin anîn.