Yildiz Çakar
Derî-1
Di navbera derî û dilê xwe de mam
Li aliyekî tu
Li aliyekî derî
Ne destê min ji derî dibû û ne jî ji destên te.
Min çend payizên sar germ kirin,
Ji bo her tiliyên te
Ne derî dev ji min berdida û ne ez ji te.
Di nav dubendiya êşê de mam
Bê demên deman bû qeder
di ferhenga dilê min de,
Bi dawî nebû roj û şevên bê te,
niha ji ber mayînên êşên xwe didim kûştin
ta ku destê min bigihîje te.
Bê sinor bû sînorên êşa dilê te,
li wir parçeyek ji te digerim,
da ku dilê xwe pîne bikim!
Li ber derî bûm û ez evîn bûm,
Li ber te sekinandîbûm. De bibêje! Ji çi ditirsî?
Her ku dizîvirîm û li te dinihêrtim
Şikestinek ava dibû di destê min de,
Destê min li derî asê bûbû, tu li dilê min.
Evîn şeveke şewatok bû di dilê min de
Ez lavayek bi gazinc bûm li ber deriyê te,
Ne derî û ne ez me li hev nekir!
Pirek li ser dojehê bû navbera min û derî
Tirseke zarokane/ reveke bêwate bû,
Her tilîka te janek û glokek agir bû.
Gelo kîjan aliyê derî bihûşta dil bû?
I
Hatina min a dinyayê ez tenê bûm û tu jî
Çûyina min jî tenê ye û ya te jî
II
Gelo di turikê te de niha çi hene,
ji bilî kulmeke ax û kevirekî spî?
III
Seyra herî xweş bû navê te,
Bi bablîsokek belawela bû porên reş li ser te.
Wek meyê bû her rojên temenê te / min her rojên te vedixwar.
Bi Evdalê Zeynikê, Mem û Siyabend re.
Dizanim tu jî wek min û derî sûcdar î,
Bêdengiya firtonê bû hembêza te, ez jî dareke xeşîm.
Niha pêlên xwe, êşên xwe diweşînim li ber deriyê te/ Deriyên ku ji bo careke din li min vebin.